Pentagon : Ewlehiya Bakurê Sûriyê dê were parastin
Pentagonê îro Sêşemê serê sibê bi dema Hewlêrê, bi nivîsekê bersiva pirsa peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Waşingtonê, Roj Elî Zale ya derbarê rêkeftina Amerîka û Tirkiyê de ya ji bo pêkanîna navçeya aram li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê da.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê, bersiva wê gotegotê nedaye ku behsa çûna 90 leşkerên Amerîkayê bo Tirkiyê, bi armanca cîbicîkirina jihevtêgihîştina li gel wî welatî, nekiriye.
Pentagonê diyar kiriye, bi vê jihevtêhîştina seretayî ya li gel Tirkiyê ya derbarê mekanîzma ewlehiya ser sînorê Tirkiyê, “ewlehiya bakurê rojhilatê Sûriyê jî tê parastin, û ew yek dibe sedem ku DAIŞ nekare dubare vegere.”
Di beşeke din a bersiva xwe de, Pentagonê ragihandiye, jihevtêhîştina seretayî ya li gel Tirkiyê, “rê dide Hevpeymanan û hevbeşên me jî, ku bala wan li ser armanca wan be, ku têkşikandina temam a DAIŞê ye.”
Wezareta Berevaniya Amerîkayê herwiha dibêje: “Ev jihevtêgihîştin, avakirina navendeke hevbeş a Tirkiyê û Amerîkayê jî li Tirkiyê li xwe digire. Em nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê yên rewa bi ciddî werdigrin û herwiha em pabend in bi karkirina li gel Tirkiyê, wek hevpeymanekî NATOyê û hevbeşekî Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê.”
Bersiva Wezareta Berevaniya Amerîkayê wek xwe:
“Bi rêya gotûbêjên serbazî yên heftiya bihorî li Enqerê, em li gel Tikriyê gihîştin jihevtêgihîştineke seretayî derbarê mekanîzma ewlehiyê ya bi dirêjahiya sînoran, ew jî nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê çareser dike. Di heman demê de ev dibe sedema parastina ewlehiya bakurê rojhilatê Sûriyê, daku DAIŞ nekare careke din vegere.
Hevdem, ev yek rê dide Hevpeymanan û hevbeşên me ku bala wan li ser armanca wan be, ku têkşikandina temam a DAIŞê ye. Ev jihevtêgihîştin, avakirina navendeke hevahengiyê ya hevbeş a Tirkiyê û Amerîkayê jî li Tirkiyê li xwe digire. Em nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê yên rewa, bi rijdî werdigirin, û herwiha em pabend in bi karkirina li gel Tirkiyê, weke hevpeymanekî NATOyê û hevbeşekî Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê.”
Rudaw
