• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şêniyên devera Balakatê civiya

Gulan Media August 13, 2019 Nûçe
Serok Barzanî li gel şêniyên devera Balakatê civiya
behsa rola xelkê deverê di şoreşên rizgariya Kurdistanê de kir
Îro duyem roja cejna qurbanê Serok Barzanî serdana devera Çoman û Balakatê kir.

Di destpêkê de Serok Barzanî serdana devera Çomanê kir û li gel şêniyên deverê civiya.

Di civînê de Serok Barzanî pîrozbayiya cejna qurbanê li xelkê kir û pişt re jî gotarek pêşkêş kir û behsa rol û qerhemaniya xelkê diverê di dema şoreşên rizgariya Kurdistanê de kir û anî ziman ku xelkê deverê bo rizgarî û azadiyar Kurdistanê roleke gelek mezin lîstiye û qurbaniyên giranbuha daye.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rewşa niha ya wan deveran jî kir û anî ziman ku lazime aliyên ku nakokî di navbera wan de heye nakokiyên xwe li deverê bibene derê û arîşe bo şêniyên deverê çê nekirin.

Serok Barzanî herwiha ragihand ku lazime Îran û Tirkiye jî êrîşên xwe yên bo ser wan deveran rawestînin û zirarên nedin şêniyên deverê.

Piştî bi dawî hatina civînê li gel xelkê Çomanê, Serok Barzanî serdana devera Balakatê jî kir û li gel şêniyên deverê jî civiya.
Top