• Friday, 13 February 2026
logo

Otomobîlek ket Bendava Derbendîxanê: Dayik û kur xeniqîn

Gulan Media August 12, 2019 Nûçe
Otomobîlek ket Bendava Derbendîxanê: Dayik û kur xeniqîn
Otomobîlek kete Bendava Derbendîxanê û di encam de dayik û kurê wê xeniqîn.



Rêveberê Polîsê Hatinçûnê li Derbendîxanê Rêjen Burhan ji Rûdawê re aşkere kir ku li ser rêya Şemêran li nêzikî navçeya geştyarî Ban Qoyn, otomobîlek ketiye nav bendavê û du kesên di otomobîlê de xeniqîne.



Rêveberê Pizîşkiya Dadî li Derbendîxanê Dr. Şêrko Sabir, ji Rûdawê re ragihand ku ew kesên ku di otomobîlê de bûn, dayik û kurê wê bûne.



Hat zanîn ku ew dayik sala 1957an ji dayik bûye û kurê wê jî sala 1980an ji dayik bûye û şêniyên Taxa Ûlûbey a Silêmaniyê ne.



Derbarê sedema rûdana wê bûyerê de jî Bûrhan got ku dibe, ajokar kontrol ji dest dabe û ji ber hindê otomobîl ketibe nav bendavê.



Bajarokê Derbendîxan, ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye.

Rudaw
Top