• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî HUDA PARê kir

Gulan Media August 12, 2019 Nûçe
Serok Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî HUDA PARê kir
Serok Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî HUDA PARê kir û hevxemiya xwe anî ziman.



Serok Mesûd Barzanî bi boneya wefata Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Mehmet Yavuz, peyameke serxweşiyê belav kir.



Serok Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe ji kesûkar û partiya Yavuz re anî ziman û got, “Em şirîkên şîna we ne.”



Peyama serxweşiyê ya Serok Barzanî wiha ye:



“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan



Birêzên Serkirdayetiya HUDA PAR



Malbata hêja ya xwedê jêrazî Mehmet Yavuz



Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetî û têkoşerê navdar û dilsoz, wekîlê berê yê Serokê HUDA PARê, Kek Mehmet Yavuz gihîşt me.



Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên birêz û hevalên Kek Mehmet dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.



Ji xwedayê mezin lava dikim rûh û giyanê Kek Mehmet bixe ber dilovaniya xwe û sebir û hedarê bide hemû aliyek.



Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)”



Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Mehmet Yavuz ku bavê 4 zarokan bû, 9ê Tebaxê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin canê xwe ji dest dabû.



Mehmet Yavuz, beriya 6 mehan ji ber nexweşiya penceşêrê bo nexweşxaneyê hatibû rakirin û dihat tedawîkirin.


Rudaw
Top