• Friday, 13 February 2026
logo

Endamekî encumena Silêmaniyê: PKK li Silêmaniyê zarokan çekdar dike û dişîne Qendîl!

Gulan Media August 11, 2019 Nûçe
Endamekî encumena Silêmaniyê: PKK li Silêmaniyê zarokan çekdar dike û dişîne Qendîl!
Tê gotin ku PKK li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi awayekî veşartî keç û xortên ku temenê wan ji 18 salan kêmtir e, çekdar dike û dişîne Qendîlê.

Serokê komîteya navxwe û asayişê li encumena parêzgeha Silêmaniyê, Berzan Hamid ji BasNewsê re got, bi qasî ku haya me jê heye komek zarokên ku temenê wan ji 18 salan kêmtir e, çûne nav PKKê. Ev me nîgeran dike, ji ber ku çekdarkirina zarokan li gorî pîvan û qanûnên navdewletî û Kurdistanê, qedexe ye. Ev karê PKKê, karekî kirêt û dûr ji nirxên mirovahiyê ye.

Berpirsê medyaya polîsê Silêmaniyê, Serkewt Ehmed jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, divê ew malbatên ku zarokên wan diçin nav PKKê, bên li ba me gilî bikin, emê jî li dû biçin û wan kesên ku wan zarokan dixapînin û dişînin nav PKKê, bigirin.

Basnews
Top