Nêçîrvan Barzanî: Hêvî dikim cejn bibe sebeba bihêz kirina yekrêziyê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta cejna Qurbanê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî bi helkefta cejna Qurbanê peyamek belav kir
Naveroka peyamê wiha ye:
“Bi boneya hatina cejna Qurbanê ya pîroz, pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilind ên şehîd, enfalkiriyan, Pêşmergeyên qehreman û heciyan û ziyarekerên mala xwedê û tevahiya misilmanan li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im cejn ji hemû aliyan re cihê xêr û xweşiyê be.
Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên olî û netewî, her cejn û bîranînê xwe kirine boneyek ji bo tekezkirina li pêkvejiyan, lêborîn, tebayî û nîşandana tabloyên ciwan ên wê culture û nirxên buha yên Kurdistanê. Hêvîdar im ev cejn û cejn û bineyên bê jî bibin cihê kûrkirin û parastina wê çand û bihayên mirovî û bibin handerek ji bo bihêzkirina zêdetir a yekrêzî û bi hev re karkirinê ji bo dahatûyeke baştir ji me hemûyan re.
Daxwazkar im em hemû hevkar bin bi bicîhanîna pîvanên hatûçûnê, parastina jiyan, selametiya welatî û geştiyaran û mêvanên jîngeh û xwezaya Kurdistanê. Hêviya cejneke xweş û bihnvedaneke aram ji hemûyan re dixwazim.
Dubare cejna Qurbanê li hemûyan pîroz be û hemû salek bi xweşî
Serokê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
10.8.2019
