• Friday, 13 February 2026
logo

HDP: Eger heye Ebdula Ocalan di nav heftiyekê de banga agirbestê bike

Gulan Media August 11, 2019 Nûçe
HDP: Eger heye Ebdula Ocalan di nav heftiyekê de banga agirbestê bike
Parlamenterê Berê yê HDPê Altan Tan dibêje, eger heye Rêberê PKKê Ebdula Ocalan di nav heftiyekê de banga agirbestê bike.

Altan Tan di bernameyeke televîzyonê de bal kişande ser peyama dawîyê ya Rêberê PKKê Ebdula Ocalan û got, ji bo çareseriya pirsa Kurd, ne bi awayeke taktîkî, divê bi awayeke stratejîk PKK dest ji çek berde.

Tan got: Piştî peyama dawîyê ya Ebdula Ocalan, egera destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê heye. Da zanîn, Ocalan di hemû hevdîtinên dawî de dibêje, ew li ser helwêsta xwe ya 2013ê ye. Her çiqas nehatiye aşkerakirin jî, di demeke nêzîk de ewê banga agirbestê li PKKê bike.

Altan Tan da xuyakirin, li hundir û derve gelek alî hene dijî pêvajoya aştiyê ne. Lê ji bo kû li Sûriyê li hevhatinek hebe, divê li Tirkiyê pirsa Kurdî heta astekê were çareserkirin û statuya Kurdan li Sûriyê were qebûlkirin.

K24
Top