HDP pêşwaziyê li rêkeftina 'Navçeya Aram' dike
Piştî rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê li ser navçeya aram, aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî nêrînên xwe di derbarê bicîhkirina wê rêkeftinê de anîn ziman û ragihandin ku bi her awayekê be jî, encamnedana operasyonan bo ser Rojavayê Kurdistanê tiştekî erênî ye û lewma jî ew li gel wê rêkeftinê ne.
Berdevkê HDPê jî ragihand ku ew vê rêkeftinê erênî dibînin û tişta baş ew e ku operasyonekî leşkerî bo ser wan navçeyan nehatiye encamdan.
Piştî ku Amerîka û Tirkiyê derbarê navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê li hev kirin, wê yekê karvedanên erênî ji aliyê partiyên siyasî yên Kurdî li Bakurê Kurdistanê li pey xwe anîn.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê rêkeftinê de helwesta xwe eşkere kir û bi erênî pêşwzî kir. Di daxuyaniya HDPê de hat gorinî, “Di bin gefa encamdana operasyonên leşkerî yên Tirkiyê de, danûstandinên Tirkiye û Amerîkayê yên li ser navçeya aram a li bakurê Sûriyê û her wiha bicîh nekirina bijardeya leşkerî û gihîştina rêkeftinekê, em weke HDP erênî dibînin. Ev mînak nîşan dide ku eger bixwazin pirsgirêkan bi rêka diyalogê çareser bikin, dikarin çareser bikin û di vî warî de jî erênî ye.”
Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî diyar kir ku divê hemû aliyên Kurdî li Rojava bi zûtirîn dem li hev bikin û li gor rêkeftinên Duhok û Hewlêrê tev bigerin û rêveberiyek hevbeş li Rojavayê Kurdistanê ava bikin û rê heta bikaribin li dagîrkeran bigirin.
Derwêş Seydo ku yek ji demezrîner û sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistan - Bakur e, di daxuyaniyeke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdaw re, li ser rewşa siyasî li Rojavayê Kurdistanê axifî û got ku ji bo Rojavayê Kurdistanê Yekîtî pêwiste û divê ENKSê bi wê rolê rabe û partiyên din li dedor rêbaza neteweyî kom bike.
Ev heyameke, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gefên dijwar li HSD-YPG û Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê dixwe, herwiha hêzek zêde li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bo êrîşeke navçeyên Kurdî amade kiribû, lêbelê berpirsên Amerîkayê ragihandibûn ku ew li hemberî operasyoneke yek alî ya Tirkiyê ne bo ser wan deveran.
Roja 7ê vê mehê piştî civînên şandên serbazî yên herdu aliyan li Enqerê, Amerîka û Tirkiyê derbarê navçeya aram rêkeftin pêk anîn.
Rudaw
