• Friday, 13 February 2026
logo

Pompeo: Dirustkirina devera aram li bakûrê Sûriyê, gavek giring ji bo aştî û aramiyê ye

Gulan Media August 10, 2019 Nûçe
Pompeo: Dirustkirina devera aram li bakûrê Sûriyê, gavek giring ji bo aştî û aramiyê ye
Wezîrê derve yê Amerîka radighîne, dirustkirina devera aram li bakûrê Sûriyê, gavek giring ji bo aştî û aramiyê ye.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompêo liser rûpela xwe ya tora civakî ya twitterê nivîsandiye, ku pêşveçûn di danûstandinên di navbeyna Waşington û Enqere de tên dîtin, û her dû alî gihiştine mekanîzmayek, ji bo çareserkirina gefên ewlekarî yên liser Tirkiyê.

Wezîrê derve yê Amerîka herweha nivîsandiye, dirustkirina devera aram li bakûrê Sûriyê gavek giring û baş e, ji bo asayiş û aramiya navçeyê.

Di çend rojên borî de, şandek leşkerî ya Amerîka li Tirkiyê bû û digel berpirsên wî welatî, gihiştin mekanîzmayek ji bo avakirina devera aram li bakûrê Sûriyê.

K24
Top