Bolton û Kalin rêkeftina ‘Navçeya Aram’ gotûbêj kirin
Li gor daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê, Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, derbarê rêkeftina ‘Naavçeya Aram’ û têkiliyên dualî peywendiyeke telefonî pêkanîn.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, hatiye gotin ku pêwîst e ew rêkeftin di demeke herî zû de bê bicîkirin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku di peywendiya telefonî de mijarên pêkanîna komîsyona bo amadekirina destûra nû ya Sûriyê û bilezkirina proseya siyasî ya li wî welatî jî hatine gotûbêjkirin.
Roja 7ê vê mehê Tirkiye û Amerîkayê piştî hevdîtinên şandên serbazî yên herdu aliyan aşkere kirin ku ew derbarê navçeya aram de li hev hatine û dê bo koordînekirina vê navçeyê navendeke hevbeş bê avakirin.
Rudaw
