• Friday, 13 February 2026
logo

Pispor: Bawerî bi sepandina rêkeftina herêma ewle nîn e

Gulan Media August 10, 2019 Nûçe
Pispor: Bawerî bi sepandina rêkeftina herêma ewle nîn e
Li Rojavayê Kurdistanê der barê avakirina herêma ewle de lihevkirina Amerîka û Tirkiye hate ragihandin lê hûrguliyên vê herêmê û dema wê nehat eşkerekirin. Li gor nêrîna pisporên Tirkiyê, Amerîka heman stratejiya li ser Minbicê dimeşîne û ji bo pêşiya operasyona artêşa Tirk a li ser Rojhilatê Feratê bigere rêkeftineke wiha demkî li gel Enqere kiriye loma bawerî bi sepandina rêkeftinê nîn e.

Piştî hevdîtinên 3 rojan di navbera Tirkiye û Amerîka berdewam kirin, ji hela rayedarên Tirk ve hat ragihandin ji bo ku li Rojavayê Kurdistanê herêmeke ewle bê avakirin ligel berpirsên Amerîkî ve li hev kirine. Lê naveroka herêma ewle ku tê plankirin nehat eşkerekirin.

Enqere dixwaze bi kûrahiyeke 30 kîlometre herêma ewle bê avakirin û kontrol di destê wê de be lê aliyê Washington dil dike ku kûrahiya herêmê 10 yan 15 kîlometre be. Li ser vê her du alî bi çi awayî rêkeftin ne diyar e. Li gor nêrîna Alî Semîn pisporê pêwendiyên derve her du alî ji bo ji hev bi temamî dûr nekevin ji hev hin tawîz dane.

Pisporê Pêwendiyên Derve Alî Semîn ji K24ê re got: “Amerîka û Tirkiye bi ya min li ser herêmeke 20 kîlometre li hev kirin. Ji bo cîbicîkirina wê pêdîvî bi berdewamiya guftûgoyên dualî heye. Lê bi qanata min îhtîmal heye ku Amerîka weke li Minbîcê bo pêşiya operasyoneke li dijî YPG bê girtin Tirkiye diawiqîne. Axirî rêkeftin nece serî bi ya min Tirkiye operasyonekê dê pêk bîne lê ev operasyoneke sînordar dibe.”

Hat ragihandin ji bo hevkariya li ser herêma ewle li Tirkiyê navendeke hevbeş dê bê damezrandin û rayedarên her du aliyan wê tê da hebin.

Pisporê Pêwendiyên Derve Prof. Dr. Îlter Turan dibêje: “Ji bo ku her du alî hevkariya xwe, biparêzin û zirarê nedin hev dev ji guftûgoyê dê bernedin. Helbet her du alî ji bo pêgeh û helwesta xwe baş nîşan bidin carna daxuyaniyên tund dibe ku belav bikin. Bêyî şer û pevçûn û ji bo hêzên her du aliyan neyên hemberî hev rêyeke maqûl niha hatiye peydekirin.”

Li gor daxuyaniya piştî hevdîtinê hat belavkirin, Amerîka ji bo şikestina metirsiyên li ser ewlehiyê yên Tirkiyê dê hewl bide. Gelek çavdêr û pispor di wê baweriyê de ne ji ber ku naveroka hevdîtinê û hurguliyên herêma ewle bi zelalî nehatiye eşkerekirin Amerîka mesele paşguh dixe û proseyê dirêj dike da ku Tirkiye êrîşî Rojava neke.

K24
Top