• Friday, 13 February 2026
logo

Di nava 3 rojan de 6 kolber hatine kuştin

Gulan Media August 10, 2019 Nûçe
Di nava 3 rojan de 6 kolber hatine kuştin
bi awayekî rojane kolber tên kuştin
Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê kuştina kolberan ji aliyê rejîma Îranê ve didome.

Jêder behsa vê yekê dikin ku di nava 3 rojan de( çarşem, pêncşem û înê) li sînorên Pîranşar, Merîwan, Serdeşt û Mehabadê 6 kolberên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin û çend kolberên din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn ev çand care ku hikûmet dibêje bazirganiya ser sînor azade lêbelê hêzên rejîmê guhê bi vê biryarê nadin û rojane kolberan dikujin.

Top