• Friday, 13 February 2026
logo

Haciyeka din ya Başûrê Kurdistanê li Mekê canê xwe ji dest da

Gulan Media August 10, 2019 Nûçe
Haciyeka din ya Başûrê Kurdistanê li Mekê canê xwe ji dest da
Haciyeka din ya Başûrê Kurdistanê di dema pêkhînana ferîzeya hecê de canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên BasNewsê, haciya kurd ya bi navê Mehbûbe Mistefa li bajarê Mekê yê Erebistanê û di dema bicîhanîna ferîzeya hecê de canê xwe ji dest da.

Hat gotin ku wê haciya kurd, di rêka çiyayê Erefe de canê xwe ji dest daye.

Mehbûbe Mistefa xelkê bajarê Helebce bûye.

Çend roj berê jî haciya kurd ya bi navê Sirmê, ku xelka Zaxo bû, di dema bicîhanîna ferîzeya hecê de canê xwe ji dest dabû.

Li gorî ayîna îslamî, her haciya/ê ku di dema bicîhanîna ferîzeya hecê de bimire, li goristana bajarê Mekê tê veşartin.

Basnews
Top