• Friday, 13 February 2026
logo

6 welatiyên Kurd hatin ceza kirin

Gulan Media August 10, 2019 Nûçe
6 welatiyên Kurd hatin ceza kirin
bi hinceta hevkarî kirin û endam bûn di partiyeke Kurdî de hatine cezakirin
Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê dadgeha bajarê Merîwanê biryara zîndanî kirinê bo 6 welatiyên Merîwan û Hewramanê yên ku beriya niha ji aliyê Îtlaatê ve hatibûn girtin, daye.

Jêder behsa vê yekê dikin ku ev her 6 welatî bi hinceta ku endamên partiyeke Kurdî ya li dijî Îranê ne, beriya niha ji aliyê Îtlaatê ve hatibûn girtin û roja pêncşemê jî dadgehê biryara zîndan kirinê bo wan der kiriye.

Top