• Friday, 13 February 2026
logo

Pêntagon red dike, li gel Tirkiyê, derbarê devera aram rêkkevtibe

Gulan Media August 9, 2019 Nûçe
Pêntagon red dike, li gel Tirkiyê, derbarê devera aram rêkkevtibe
Wezareta Berevanîya Emerîakyê (Pêntagon) ragehand, danûstandinên me li gel Tirkiyê berdewamin daku bigehîn rêkkevtinekê li ser (mîkanîzmên ewlekarîyê) û (fermandeyîya hevpişik) bê ku (devera aram) bihê duristkirin li bakura Suriyê.

Pêntagonê di xaxuyannameyê de ragehandîye, Ew rêkkevtina li gel Tirkiyê hatîye encamdan, ti xalek li ser guhertina demografîya ya deverê têde nîne.

Gotebêzjê Pêntagonê, Şon Robirson li ser vê yekê got: Li ser nûkirina û dîyarkirina mîkanizma nû ya ewlelkarîyê li bakûra Suriyê, Em li gel Tirkiyê axivtîne û em gehiştîne rêkkevtinê.

Herweha got: Pêntagon kar dike bo danana serbazgeheke hevpişik li Tirkiyê daku bi hev re li gel supayê Tirkiyê pilan û mîkanîzma hevpişik danîn.

Dxuyannameya Pêngonê bi ti awayekê behsa duristkirina devera aram neklirîye wek Tirkiyê dûhî bangeşe jê re dikir.

Robirson derbarê hêzên Kurdî jî got: Emerîka pabende bi piştîvanîkirina hevpeyamanên xwe têkşikandina çekdarên Daişê.

Duhî hikumeta Tirkiyê belav kir, ku Ew li gel Emerîkayê gihiştine rêkkevtinê li ser duristkirina devera aram bi kûrahîya 30-40 Km û vegerandina awareyên Suriyê bo wê deverê.

Li gor axivtinêm Tirkiyê, bi sedan hezar penaber û awareyên Surî yên li Tirkiyê ne dê bihên vegerandin bo bakûra Suriyê û ev jî metirsîya guhertina demografîya ya rojavaya Kurdistanê heye.

K24
Top