• Friday, 13 February 2026
logo

Daghan: Bê çareseriya Pirsa Kurd li Tirkiye, tu pirsên din nikarin çareser bibin

Gulan Media August 9, 2019 Nûçe
Daghan: Bê çareseriya Pirsa Kurd li Tirkiye, tu pirsên din nikarin çareser bibin
Serokê berê yê CHP ê Diyarbekrê Şêhmus Dogan ji K24 re anî ziman, ku “Di bin daxwaza pêkhatina Herêma Ewle ya AK Partî de, ku ji pirsgîrekên naxweyî tên, dixwaze herweha, aliyên nîjadperest nêzîkî xwe bike”.

Daghan liser pêşniyara CHP û Serokê wê yê Giştî Kemal Kiliçdaroglu ji bo pêkanîna Konferansek liser Krîza Sûriye got, dê Hêzên Kurd jî, beşdarî vê Konferans a liser Sûriye bibin, jiber ku bêyî Kurdan ne mumkin e çareseriyek hebe.

Liser daxwaza CHP a pêwendiya ligel rejîma Sûriye, Daghan diyarkir: rejîma Sûriye rejîmek heyî ye û dive ligel wan pêwendî pêk werin.

Ligor Şêhmus Daghan, daxwaza CHP a pêkanîna Konferansek liser Krîza Sûriye got: “CHP partiyek sereke ya Tirkiye ye û mumkin e, desthilat jî, guh bide Konferansek weha û ev yek dikare pêngavek”.

Liser sekn û pejirandina Pirsa Kurd ji alî CHP ve, Daghan anî ziman: “Bê çareseriya Pirsa Kurd li Tirkiye pirsên din jî, çareser nabin. CHP dixwaze raporek ligor rastiya îroyîn a Pirsa Kurd tevbigere. Welatên demokrat-medenî çawa pirsgîrekên weha çareser bikin, divê Tirkiye jî, çareseriyek weha bide pêşya xwe”.

K24
Top