• Friday, 13 February 2026
logo

Falih Îsawî: Ewa li deşta Neynewa rûday yaxîbûn bû dijî dewletê

Gulan Media August 9, 2019 Nûçe
Falih Îsawî: Ewa li deşta Neynewa rûday yaxîbûn bû dijî dewletê
Komîteya Asayîş û Berevanîyê di perleman Îraqê de radigehîne: Ewa li deşta Neynewa rûday yaxîbûn (dijberênî) bû dijî dewletê û daxewaz dike serkirdeyên Heşda Şeibî guhdarîya fermanên serokê wezîran be.

Falih Îsawî, endamê Komîteya Asayîş û Berveanîyê li perlemana Îraqê di dîdareke rojnamevanî de tekez kir, ku ewa li deşta Neynewa rûday, dema ku lîwaya 30 ya Heşda Şeibî pabendê biryarên serokê wezîran nebû yaxîbûn û vegeran bû ji dewletê û bernagrbûna biryarên dewletê bû.

Navhatî got jî: Çawa dibe alîyek çekdar çekan ji hikumetê wergire û pabendê biryarên wê jî nebe. Ev lêdana şikoya dewletêye. Daxwaz jî ji serokê wezîran, Adil Ebdulemhdî kir, biryara xwe bicih bike û lîwa ya 30 ya Heşda Şeibê veguhêze bo cihek dî.
Top