Sendîkaya Rojnamevanan: Tişta ku çapemeniya PKK dike ne karê çapemeniyê ye!
Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Hakim Azad Hemedemîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Karê çapemeniyê ew e zanyariyên rast veguhêze bo xelkê, ne ku bi awayekî bi hizra popîlîst û terorê belav bike. Di peymanameya rojnamevaniyê bi aşkerayî ew pirsane hatine behs kirin û karê çapemeniyê ne ew e bibe alî.’’
Herwaha veneşart ku çapemeniya ser bi PKKê wek aliyek siyasî kar dike, ne wek karê çapemeniyê kar dikin û ev yek jî ne rojnamevaniye.’’
Herwaha got: ‘’Gelek ji ragehandinan, di nav tomara ragehandina herêma Kurdistanê de ne fermî ne û bingehê wan ê kar tine ye, li gel vê jî ya heq ew e rêz li serweriya herêma Kurdistanê û aştiya civakî ya xelkê re bê girtin.’’
Azad Hemedemîn behs kir ku herî dawiyê ew bûyera terorî ya li Hewlêrê, beşek ji wê çapemeniyê bixwe bû dadwerê bûyerê û ‘’Li gel wan jî pir asane ku tometên cuda li ser kesayetên siyasî û aliyên siyasî çêbikin.’’ Û got: ‘’Piştî kiryara terorîstî ya Hewlêrê, beşek ji wê çapemeniyê xwe kir dadwer li ser bûyerê û her ew çapemenî li gel wan pir asane tometên cuda li ser kesayetên siyasî û hêzên siyasî çêbikin. Li gel wan pir asane rojane xelkê di çapemeniyê de wek MİT û Îtlaat teşhir bikin. Ji ber wê qonaxekî çapemeniyê ya metirsîdar de ne ew û xelkê herêma Kurdistanê dikin armanc û wek armanc nîşan didin.’’
Basnews
