Erdogan: Bi Amerîka re li ser “Herêma ewle” rêkeftine
Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, piştî civînên sê rojan, bi Amerîkayê re rêkeftine ku derbarê herêma ewle û rojhilatê Feratê de gav were avêtin.
Da zanîn, biryar hate dayîn bi Amerîkayê re navendeke operasyonê were sazkirin. Bi sazkirina navenda operasyonê pêvajo dê dest pê bike.
Ji aliyê xwe ve, Balyozxaneya Amerîkî li Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, rêkeftin hate kirin, bilez rênimayên pêwîst bo nehîştina metirsiyên Tirkiyê gav bêne avêtin.
Da zanîn jî, rêkeftin hate kirin ku navendeke hevbeş a operasyonan bo hevrêziyê bê damezrandin. Navê herêma ewle jî dê karîdora aştiyê be.
Her wê derbarê de, Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li ser naveroka hevdîtinên wan bi berpirsên leşkerî yên Amerîkî re ragihandibû, hevdîtin erenî û baş derbas bûne.
Akar got jî: Divê kûrahiya herêma ewle heta 40 kîkometre be û YPG di wê herêmê de cih negre.Herwiha divê çekên giran ji herêma ewle were derxistin.
Akar herwiha tekez kir, Ji bo operasyona rojhilatê Firatê hemû pilan û amedekariyên wan temam bûne.
Ev yek di demekê de ye, Arteşa Tirkiyê demek e hêza xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê kom dike û îro karwaneke din a çek û teqemeniyê ku ji 7 barhilgiran pêk tê ji Rihayê şande bajarokê Pirsûsê ya sînorî.
Duh jî Arteşa Tirkiyê hejmareke zêde ji leşkerên taybet birê kiribû bajarokê Pirsûsê.
K24
