• Friday, 13 February 2026
logo

Şam rêkeftina “Herêma ewle” red dike Kurdan tometbar dike

Gulan Media August 8, 2019 Nûçe
Şam rêkeftina “Herêma ewle” red dike Kurdan tometbar dike
Hikûmeta Sûriyê rêkeftina Amerîkî – Tirkî ya derbarê “Herêma ewle” de bi yekcarî red dike û hin aliyên Kurdî tometbar dike ku ji projeya dagîrkeriya Amerîkî – Tirkî re bûne alav.

Jêderekî fermî ji Wezareta Derve û Koçberan a Sûrî ragihand, Sûriye bi yekcarî rêkeftina her du welatanê dagîrker Amerîka û Tirkiye ya bi navê “Herêma ewle” re dike. Ew rêkeftin destdirêjiya ser serweriya Sûriyê û yekperçeyîya wê û li dijî yasaya navdewletî û belgeyên Netewên Yekgirtî ye.

Wî jêderî ragihand jî, hin aliyên Kurdî ji projeya dagîrkeriya Amerîkî – Tirkî bûne alavek, ew di ber vê rewşa niha de berpirsyar in û divê li siyaseta xwe vegerin û vegerin hembêza Sûriyê û artêşa Sûriyê û berevaniyê di ber serweriya Sûriyê de bikin û yekperçeyîya xak û gelê Sûriyê biparêzin.

Herwiha wî jêderî daxwaz ji civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî kir, dagîrkeriya Amerîkî – Tirkî şermezar bike û çareseriyekê ji krîza Sûriyê re bibîne.

Di çend rojên bûrî de şandeke leşkerî ya Amerîkî li Enqerê bi berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê re civiyabû, duhî û piştî bidawîbûna civînan jî hate ragihandin ku Amerîka û Tirkiyê li ser avakirina “Herêma ewle” li rojhilatê Firatê lihev kirine.

K24
Top