• Friday, 13 February 2026
logo

Işik: Hikûmeta Tirkiyê bo qayimkirina desthilatê dixwaze şerê Kurdan bike

Gulan Media August 7, 2019 Nûçe
Işik: Hikûmeta Tirkiyê bo qayimkirina desthilatê dixwaze şerê Kurdan bike
dibêje ev operasiyon li dijî tevahiya Kurdan e
Di navbera Tirkiye û Amerîka de danûsitandinên ser “Herema Ewle” ya li bakurê Sûriyê didome.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotîbû ku Tirkiye dê bikeve Rojhilata Firatê û wan ew yek bi Amerîka û Rûsya re jî parve kiriye.

Rojnamevan Fehîm Işik dibêje ku Tirkiye bê îzna Amerîka nikare operasyoneke dijî heremên Kurdan bike.

“Her çiqas jibo Kurdan, Rojhilata Navîn û jibo Tirkiye operasyoneke xeter be jî, dema Tirkiye ji Amerîka îznê wergire, dikare bikeve rojhilata Firatê. Jibo fêmkirina vê yekê, divê em li rayedariya Tirkiyê binirxînin. Ev aqilê Tirkiye niha bi rêve dibe berjewendiya xwe di şer de ditiye. Jibo ku siberoja xwe qayîmtir bike, ji şer sûd digire û ji wan re tiştê herî hêsan şerê dijî Kurdan e.

Işik dibêje ku ger operasyonek dijî heremên Kurdan were kirin, şêrê li Rojhilata Navîn dê mezintir bibe.

Top