• Friday, 13 February 2026
logo

Civata wezîran behsa madeya 140 dike

Gulan Media August 8, 2019 Nûçe
Civata wezîran behsa madeya 140 dike
vê behsa du mijarên gelek girîng were kirin
Biryare îro civata wezîran ya hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bicive.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser çend mijar û babetên rojevê, vê civata wezîran giftûgo li ser çawetiya cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra bingehîn ya Îraqê bike û mekanîzma çawetiya giftûgo kirin li gel hikûmeta fedral li ser vê mijarê binirxîne.

Her di heman civînê de vê civata wezîran giftûgo li ser pêkanîna reforman jî bike.

Top