• Friday, 13 February 2026
logo

Tirkiye “piştî cejna Qurbanê” êrişî Rojavayê Kurdistanê dike!

Gulan Media August 7, 2019 Nûçe
Tirkiye “piştî cejna Qurbanê” êrişî Rojavayê Kurdistanê dike!
Tê gotin ku Tirkiye dixwaze piştî cejna Qurbanê êrişî Rojavayê Kurdistanê bike.

Berpirsekî artêşa Tirkiyê ji ajansa Rûsî ya RIA Novostî re ragihandiye, wan amadekariyên xwe kirine û dibe ku piştî cejna Qurbanê dest bi operasyona serbazî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê bikin.

Bi gotina wî berpirsê artêşa Tirkiyê, ku nexwastiye navê wî were eşkerekirin, operasyona hand ê ji 11 Tebaxê ve dest pê bike.

Îsal cejna Qurbanê, 11 Tebaxê ye.

Çend roj berê jî serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dabû zanîn, ewê êrişî Rojava bikin û haya Rûsya û Amerîka jî ji vê yekê heye.

Basnews
Top