• Friday, 13 February 2026
logo

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve êrîşî YPG kirin, 5 ji çekdaran hatin kuştin

Gulan Media August 7, 2019 Nûçe
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve êrîşî YPG kirin, 5 ji çekdaran hatin kuştin
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve êrîşî bajarokekî Malikiyê yê destê YPGê de kirin, 5 ji çekdaran hatin kuştin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kiriye, şerê di navbera çekdarên ser bi Tirkiyê ve û YPGê li bakurê Helebê berdewam dike, ku çekdarên Opozisyonê êrîşî bajarokê Malikiyê yê navçeya Şera ya Efrînê, ku di bin destê YPGê de ye, kirin û di encama şer de 5 ji wan çekdaran hatin kuştin û hejmarek şervanên YPGê jî, canê xwe ji dest dan e.

Ji aliyê xwe ve, medya nêzîkî YPGê belav kiriye, piştî têkşikandina wê êrîşê, Artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve, bajarokê Malikiyê û gundê Şewarxe yên navçeya Şera topbaran kirin, bê ku ziyanên xwe eşkere bike.


K24
Top