• Friday, 13 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê hêz şand ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media August 7, 2019 Nûçe
Artêşa Tirkiyê hêz şand ser sînorê Rojavayê Kurdistanê
Hikûmeta Tirkiyê hêza piştevaniya ku ji hejmareke tank û zirîpoşan pêkhatibûn, şandine ser sînorê Rojvayê Kurdistanê.



Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê karwana ji tank û zirîpoşên hilgirên komandoyan pêk dihat bi rêya Riha-Dîlokê be bi navçeya Pirsûs a Rihayê bi rê ket.



Hat ragihandin leşkerên ku ji yekîneyên cuda hatibûn şandin bi mebesta piştevaniya yekîneyên leşkerî yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê hatine şandin.



Ev yek di demekê de ye ku berpirsên hikûmeta Tirkiyê dibêjin ew dê operasyoneke serbazî li rojhialtê Firatê bidin destpêkirin.

Rudaw
Top