Îran…Meha borî de 38 kes hatin darve kirin!
Li gor raporta Rêxistina Mafê Mirov a Îranê, ew pêla darve kirinê di meha borî de destpê kir û di heyama 20 mehên borî de ew rêje, hejmara herî zêde ye ku cezayê darve kirinê li wî welatî hatiye bicîhanîn.
Di amarên heman rêxistinê hatiye gotin, 37 kes ji wan kesên hatine darve kirin, bi awayek veşartî û di girtîgehan de hatine darve kirin, lê kesek jî li pêş çavê xelk li parêzgeha ‘’Navendî’’ cezayê wî yê darve kirinê hatiye bicîhanîn.
Piraniya ew cezayên darve kirinê li girtîgehên navendî ya Urmiyê pêkhatine, ku tê de 8 kes hatine darve kirin, herwaha ji wan 38 kesên hatine darve kirin 4 kesa jin bûne û bi tewanên kuştina qesdî li girtîgehên Urmiye, Newşehîr û Mihabadê hatine darve kirin.
Li gor amarên tomarkirî yê Rêxistina Mafê Mirov a Hengaw jî meha borî li rojhilatê Kurdistanê 11 girtiyên kurd bi tewanên cuda cuda li girtîgehên Rojhilat û Îranê hatine darve kirin û li gor wê amarê sedî 29 darve kirinên li Îranê, ji girtiyên kurd pêkhatine.
Basnews
