Damezrênerekî AK Partiyê yê Kurd dest ji partiyê xwe berda
Damezrînerê AK Partiyê Rustem Zeydan ku bixwe xelkê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye, ragihand ku wî dest ji wê partiyê berda ye.
Rustem Zeydan ku di heman demê de birayê parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Zeydan e, ji medyaya Tirkiyê re ragihandiye ku wî dest ji AK Partiyê berda ye.
Zeydan diyar kir ku, lê wê karên wî yên siyasî berdewam bin û got jî, ew dê di demên pêş de sûdê bigihîne siyaseta Tirkiyê.
Siyasetmedarê Kurd lê derbarê sedemên vekişîna ji AK Partiyê ti zanyarî nedan.
Rudaw
