NY hîn 300 milyon dolar di destê rêxistina DAIŞê de hene
Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Gutêrrês di raporekê de ji bo Civata Asayişa Navdewletî ragihandiye, tevî wêranbûna Xîlafeta rêxistina DAIŞê li Iraq û Sûriyê, lê hîn jî, derdora 300 milyon dolaran di destê wê rêxistinê de hene. Bi gotina wî, tevî kêmbûna êrîşên wê rêxistinê, lê dibe ew yek demkî be.
Gutêrrês herweha gotiye, rêxistina DAIŞê dikare bi rêya wî gujmê pereyan ê di destê wê de, piştevaniya çalakiyên terorî li Sûriyê û Iraqê bike. Herweha dikare, bi rêya kompanyayên ne-fermî, pereyên xwe ji bo derve veguhêze
k24
