Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Îranê civiya
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê nû yê Îranê yê li Hewlêrê Nesrulah Reşnûdî civiya.
Di destpêka civînê de Konsulusê nû yê Îranê pîrozbayî li Serokwezîrê Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê bo kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê xwest.
Di beşeke din ya vê civîna han de Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bixêr hatina Konsulusê nû yê Îranê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û pişt re her du alî behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îranê kirin.
