• Friday, 13 February 2026
logo

Rêbwar Talebanî: Parêzgarê Kerkûkê bi pereyên xelkê rêklamên hilbijartinê dike

Gulan Media August 6, 2019 Nûçe
Rêbwar Talebanî: Parêzgarê Kerkûkê bi pereyên xelkê rêklamên hilbijartinê dike
Rakan Cibûrî, parêzgarê ssepandî bi ser Kekûkê re, bê behirkirina taxên Kurdî, pirojeya xwe ragehand, serokê Civata wê Parêzgehê jî tekez dike ku ew karê Cibûrî dike rêklama hilbijartinêye berdewamî dane bi piroseya bierebkirinê.

Piştî Civata Parêzgeha Kerkûkê şêwaza xerckirina budceya parêzgehê red kir, Civata Wezîran, biryar da bi rêya komîteyekê ve ew pere bihê xerckirin, lê di dawîyê de bê ku vegerin bo Civata Parêzgehê, Ew budce hat cerickirin.

Di demkê de ku budceya ev sala Kerkûkê 430 milyar Dînare û endamên Civatê zêdetir ji 100 têbînî li ser çawanîya xerckirina wê budceyê hebûn. Lê piştî gengeşeyeke zêde negehiştin ti rêkkevtinan û di encam de biryar hat dan bi çavdêrîya komîteyekê ji Civata wezîran ew piroje bihên cîbicîkirin.

Rêbwar Talebanî, serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê, dibêje: hinek civîn di navbera firakisyonan de hatin encamdan û peywendîyêm me û serokatîya Civata wezîran di astekê de ye ku her tîbînîyek li ser evê mijarê hebe bigehînin destê me û em jî dê gehînîn hikumeta Bexdayê.

Herweha dibêje: Rakan Cibûrî, parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re, hinek kar encam daye û bicîkirina pirjeyan wek rêklama hilbijartinê bi kar dihîne bo komkirina denagan.

Talebanî amaje bi wê yekê jî dike, Cibûrî bûye perlemanatar û heya niha dewama perlemanê nekirîye û heya niha perlemana Îraqê ti rêkarek yasayî li dijî wî nekirîne. Ewa niha Cibûrî dike reklamkirine bo xwe bo hilbijartinê û berdewamîyê jî dide piroseya bierebkirinê li bajarê Kerkûkê.

K24
Top