Çend firakisyonên opizisyon li Bexda sîyaseta dijatîkirina Kurd peyrew dikin
Li ser evê mijarê, Şêrwan Mîraza, perlemantarê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê di perlemana Îraqê de, tekez dike ku dijînîya alîyên opizisyonê di perlemanê de destpêkirine, siyaseteke berê şikest anîye, çunku berê jî Ebadî ew taqîkirin kiribû, lê serkevtî nebû.
Ji alîyek dî ve Mehemed Şakir, perlemantarê Partîya Demukrata Kurdistanê di perlemana Îraqê de, dibêje: Ew karên firakisyonên opizisyon dikin kareke bi temamî neyasayîye. Tekez jî dike pişkek ji van firakisyonan dixwazin bi dijînîya Kurd nerîna cadeyê bo alîyê xwe rakêşin wek destkevtek bo hilbijatinên Civata Parêzgehan ku biryare li meha Nîsana sala dahatî bihê encamdan.
K24
