• Friday, 13 February 2026
logo

Pêşmerge derbarê zêdebûna tevgerên DAIŞê de hişyarî da

Gulan Media August 5, 2019 Nûçe
Pêşmerge derbarê zêdebûna tevgerên DAIŞê de hişyarî da
Supasalarê Hêza Pêşmerge, Lîwa Cemal Mihemed Êminkî derbarê zêdebûna tevgera DAIŞê de bi taybet li sînorê parêzgehên weke Kerkûk, Mûsil û Diyaleyê haydariyê da.



Di meha 11 sala 2017an serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî bidawîhatina rêxistina DAIŞê ragihandibû, lê hîna jî çalakî û êrîşên grûpên veşartî yên wê rêxistinê bidawî nehatine.



Beşek mezin ji tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyên madeya 140 a destûra Iraqê ye, bi gotina fermandarên Pêşmerge, şiyana hêzên Iraqî ji bo kontirolkirina wan navçeyan tune ye, çekdarên DAIŞê jî sûdê ji vê yekê dîtine.



Tevî ku serokwezîrê berê yê Iraqê, di Berfanbara 2017an de, bidawîanîna DAIŞê ragihand, lê tevgera çekdarên DAIŞê li hinek navçeyan maye.



Çarşema bihrî, di dema rûbirûbûna hejmarekê ji çekdarên DAIŞê de, li bajarokê Kuleco yê ser bi rêveberiya Germiyan, 4 karmendên Dijeterorê û Asayişê yên Herêma Kurdistanê şehîd bûn.



Supasalarê Hêza Pêşmerge, derbarê zêdebûna tevgera DAIŞê, haydariyê dide.



Supasalarê Pêşmergeyan, Lîwa Cemal Mihemed Êminkî ji Rûdawê re ragihand: “Beşekî mezin ji tevgera DAIŞê li sînorê parêzgehên Kerkûk, Diyale û Neynewayê heye, bi taybetî li wî sînorê ku berê Pêşmerge lê bûn û piştî bûyera 16ê Cotmeha 2017an hatin valakirin û hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî, heta niha nikarîbin ewlehiya wan navçeyan bi tevayî dabîn bikin.”



Berdevkê Fermandeya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê jî, li wê yekê mikur tê, ku li hinek navçeyan tevgera DAIŞê heye, lê nîşanê bi wê yekê dide, ku ew hewl didin, bi hevhengî, ligel Hêzên Pêşmergeyan, wê gefê nehêlin.



Berdevkê Fermandeya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, Emîd Yehya Resûl, ji Rûdawê re ragihand: “Bi dirêjahiya 605 kîlometreyan, me sînorê navbera Sûriye û Iraqê kontrol kiriye. Em operasyona taybet li wan navçeyan encam didin, ku çekdarên DAIŞê lê hene.”



Emîd Yehya Resûl herwiha got: “Li çend navçeyên navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî tevgera DAIŞê heye, ligel Wezareta Pêşmerge, em di hevahengiyê de ne, ji bo ku em operasyonê li wan navçeyan encam bidin û dawiyê bi DAIŞê bînin.”



Hevdem, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, derbarê dûbare-bihêzbûna DAIŞê, haydariyê dide û daxwaza zêdekirina hevahengiyê li ser asta Civaka Navdewletî, dike, ji bo rûbirûbûna wê rêxistina tundrew.

Rudaw
Top