• Friday, 13 February 2026
logo

HDP bo çareseriya pirsa kurd bang li opozisyonê kir

Gulan Media August 5, 2019 Nûçe
HDP bo çareseriya pirsa kurd bang li opozisyonê kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê bang kir ku bo çareseriya pirisgirêka kurd êdî partiyên opozîsyonê jî berpirsiyariyê werbigrin ser milên xwe. Partiya opozîsyonê CHP jî dibêje ew ji bo çareseriyê amade ne.

Ligor raporta Kurdistan24ê (HDP) îro yekşemê 04-08-2019an li Diyarbekirê bi tevlîbûna parlementer, hevgirtî û hevserokên şaredariyan bi civîneke çapemeniyê bang kir ku bo çareseriya pirisgirêka kurd êdî partiyên opozîsyonê jî berpirsiyariyê werbigrin. Hevserokê HDP Sezaî Temellî di civîna çapemeniyê de amaje kir ku çavkaniya pirisgirêkên Tirkiyeyê niha partiya desthilatdar e; lê bo çareseriyê jî dîsa muhattap AKP ye û bang li partiyên opozîsyonê kir ku bo çareseriya pirisgirêka kurd xebatan bikin.

Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Îmam Taşçier ji Kurdistan24ê ra anî zimên ku divê êdî partiyên opozîsyonê jî tevlî pêvajoyên çareseriyê bibin.

Taşçier got:"Bo çareseriya pirisgirêka kurd berê jî gav hatin avêtin lê wê demê partiya desthilatdar tenê bû û bi tenê gav were avêtin ev yek bi ser nakeve. Me ev dît. Ew jî xeletiyek bû. Em dixwazin partiyên muhalefete jî deste xwe têxin bin kevir. JI xwe çareseriyek çêbibe divê dewlet û desthilat tê de hebin; lê divê muhalefet jî tê de hebe."

Herwiha CHP jî derbarê çareseriya pirisgirêka kurd de dibêje wan “Raporta Kurd” nû kiri ye û amade ne bo çareseriyê bixebitin. Yek ji siyasetmedarên CHPê Şêhmus Daghan dibêje CHP dixwaze di pêvajoyek nû de cih bigire û amade ye Raporta Kurd li gel parrtiya desthilatdar û HDPê gotubêj bike.

Şehmus Daghan dibêje:"CHP di proseya çareseriya pirsgirêka kurd da cih digire. CHP berê jî tê de hebû. Negotiye ez cih nagirim. Bes wê demê jî CHP gotiye divê çareserî di bin banê parlementoyê de were dîtin. CHP wê demê jî amade bû û niha jî amade ye. Ji ber ku ev mesele ya tevahiya Tirkiyeyê. Heta pirsa kurd çareser nebe aborî jî dê wiha be û siyaset jî dê wiha be. Her tişt girêdayî çareseriya pirisgirêka kurd e."

Basnews
Top