• Friday, 13 February 2026
logo

Kirîstîyanên Îraqê tim hizir li koçkirinê dikin

Gulan Media August 5, 2019 Nûçe
Kirîstîyanên Îraqê tim hizir li koçkirinê dikin
Cozêf Silêwe, perlemantarê berê yê Îraqê ji pêkhateya Kirîstîyanan ragehand: Kirîstîyanên Îraqê tim hizie li koçkirinê bo derveyê welat dikin, tim çaverê delîveyekê ne daku Îraqê bihêlin.

Cozêf Silêwe, amaje bi wê yekê jî da ku piştî sala 2003yê ve, hikumetên li Îraqê li dûv hev re hatine, hikumetên Tayîfî û rêçikî bûne, tenê hizirên wan li ba wan karan bûye ku peywendî bi pirsên riçikî û tayîfî ve hebûne.

Sera hewlên Fatîkanê bo razîkirina kirîstîyanan daku di Îraqê de bimînin û ber bi welatên rojava koç nekin, lê li gor zanîyarîyên wê perlemantarî, zêdetir ji pişkên Kirîstîyanan Îraq hêlane û ber bi welatên din koçkirine.

K24
Top