HDPê helmetek bo azadiya parlemanter û girtiyên siyasî radigihîne
HDP di daxuyaniyekê de encama civîna Encûmena Navendî ya Partiya xwe eşkere kir û bal kişande ser Hevpeymaniya Destûrî ya Demokratîk û helmetek bo azadkirina perlemantarên girtî û temamê girtiyên siyasî ragihand.
Encûmena Navendî ya HDPê biryar daye di rojên navbera 21 heta 30ê Tebaxê de bi riya pêkanîna çend şandeyan, serdana 80 rêkxistin û saziyên sivîl û odeyên pîşesazî û bazirganî û rêxistinên jinan bike. Di heman demê de, şandekê jî bo encamdana hevdîtinan dişîne Başûrê Kurdistanê.
HDPê bi beşdarbûna 800 delege, kesayetî û parlamenterên niha û berê yên partiyê, konferanseke giştî taybet bi rêxistina navxwe, qayimkirina rêxistinên partiyê û plana 4 salên pêş saz kir.
Di konferansê de ku du rojan berdewam dibe, HDP rewşa partiyê, bihêzkirina rola jinan, şêwir û girîngiyeke zêdetir bi nerîna xelkê û ciwanan gotûbêj dike, bi taybetî rewşa siyasî ya Tirkiyê piştî hilbijartinan mijareke girîng a vê konferansê ye.
Mijara ragihandina kampanya azadî bo parlamenter, girtiyên siyasî, nexşe-rêya karkirina cemawerî, hewldan bo pêkanîna "Hevpeymaniya Destûra Demokratîk", pirsa "Çaksaziya Dadwerî" ligel partiyên opozisyonê pêngaveke din a HDPê ye di vê qonaxê de.
Derbarê pirsa çareserî û mijarên hevbeş ên bi Kurdan ve girêdayî, HDPê biryar daye bi armanca hevdîtin û civînên ligel berpirsên Başûrê Kurdistanê şandekê bişîne Herêma Kurdistanê.
Rudaw
