Li Efrînê li şûna 13 melayên Kurd melayên Ereb hatin danîn
Li gor Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, grûpên çekdar melayên Kurd ên 13 gund û bajarokên Efrînê guhertine.
Heman Rêxistinê ragihandiye, li cihê wan melayên Kurd, ku nîştecihên resen ên herêma Efrînê ne, melayên Ereb ên hawirde hatine danîn.
Li gor rêxistinê, hinek ji wan melayên Ereb ên hawirde, bêyî ku zanistên olî xwandibin, li cihê melayên Kurd hatine danîn.
Proseya guhertina demografiya Efrînê û erebkirina herêmê ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam e.
Rudaw
