Egerên navçeya aram
Tirkiye daxwaz dike, kûrahiya “navçey aram” a li bakurê Sûriyê 30 km be, lê belê Amerîkayê herî dawî pêşniyara 5 heta 14 km xiste rojevê.
Li aliyekê din Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê li dijî avakirina her core navçeyeke aram in ku Tirkiye kontrola wê bike.
Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê bo Karûbarên Sûriyê, James Jeffrey pêr pênşemiyê li Waşingtonê di bersiva Rûdawê de gotibû, ew bi baş dibînin ku kûrahiya navçeya aram a li bakurê Sûriyê, di navbera 5 heta 14 kîlometran de be. Bi gotina Jeffrey, di dema avakirina navçeya aram de, dê çekên giran jî ji wê navçeyê bêne vekişandin.
Eger kurahiya “navçey aram” 14 kîlometir bin:
Wê Dêrik, Girkê Lekê û Rimêlanê, Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanî têkevin nav navçeya aram.
Piraniya bajarên Rojavayê Kurdistanê li ser sînor in, yanî sifir kîlometir ligel Bakurê Kurdistanê ne.
Eger “navçey aram” bi kurahiya 30 kîlometran be:
Li gel bajarên navborî dê Çil Axa û Til Remir jî bikevin nav “navçey aram”.
Lê dê Hesekê û bajarokên ser bi wê ve, yên weke Şedadê û Til Birak, li derveyî “navçey aram” bimînin, eger kurahiya wê 30 kîlometir bin.
Gotûbêjkirina navçeya aram di demekê ye, ku herêma Efrînê ku herêmeke sereke ya Rojavayê Kurdistanê ye, û herêmên bakurê Babê ku gelek gundên kurdan li wir hene, di bin kontrola gurûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê û artêşa Turkiyê de ne, û Til Hasil û Til Eren jî di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ne û ew hemû ne di nava projeya navçeya aram de ne, loma me behsa wan li ser nexşeyê nekiriye.
Rudaw
