• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî serdana Mîr Hazim Tehsîn Beg kir

Gulan Media August 4, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî serdana Mîr Hazim Tehsîn Beg kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û rewşa giştî ya Kurdên Êzidî û hewlên ji bo çarserkirina pirsgirêkên Êzidiyan gotubêj kirin.



Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro Şemiyê (03.08.2019) li navçeya Şêxan serdana Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.



Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî bi boneya wergirtina erkê mîrayetî dubare pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.



Barzanî herwiha piştgîriya xwe û Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên Êzidî dubare kir.



Mîr Hazim Tehsîn Beg jî spas û pêzanînên xwe ji bo serdanê û piştgîriya berdewamiyên Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Kurdên Êzidî derbirî û hewlên Barzanî yên bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Êzidî dûvdaçûnên bilind nirxand.



Serokê Herêma Kurdistanê û Mîr Hazim Tehsîn Beg herwiha di hevdîtinê de rewşa giştî ya Kurdên Êzidî, navçeya Şingal û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan û avakirin û vegerandina aramiyê bo wan navçeyan gotûbêj kirin.



Rudaw
Top