Perlemantoya Kurdistanê reşnivîsekê li ser bêrêziya bi Ala Kurdistanê dide Parlementoya Iraqê
Serokê Lîjneya Peywendîyên Derve yê Parlementoya Kurdistanê Rêbiwar Babkeyî ji BasNewsê ra axivî û got:"Piştî ji aliyê wî efserê Iraqê bêrêzî li Ala Kurdistanê hat kirin li Parlementoya Kurdistanê me reşnivîsek amade kir û tê da daxwaz kir ku Parlementoya Kurdistanê wê reşnivîsê arasteyî Parlementoya Iraqê bike. Herwiha Parlementoya Iraqê jî biryarê li ser wê yekê bide ku bêrêzî li pîrozbahiyên Herêma Kurdistanê neyêne kirin û wî efserî şoven ê bêrêzî jî li Ala Kurdistanê kiriye bihê cezakirin. “
Heriha Rêbiwar Babkeyî da zanîn ku Serokatiya Parlementoya Kurdistanê ew reşnivîsa wan amade kiriye wergirtiye û pesend kiriye. Herwiha ji wan ra jî daye zanîn ku wê reşnivîsê ji Parlementoya Iraqê ra bişînin.
Basnews
