• Friday, 13 February 2026
logo

Xerbît: Zêdeyî 20 hezar Erebên Sunne ji aliyê çekdarên nenas ve hatine kuştin

Gulan Media August 4, 2019 Nûçe
Xerbît: Zêdeyî 20 hezar Erebên Sunne ji aliyê çekdarên nenas ve hatine kuştin
Parlamenterekî Hevpeymaniya Hêzên Iraqî ya bi serokatiya Mihemed Helbûsî ragihand ku zêdeyî 20 ‎hezar Erebên Sunne piştî revandinê ligel destpêkirina operasyonên kontrolkirina bajaran ji destê DAIŞê ‎ji aliyê çekdarên nenas ve hatine kuştin.‎



Parlamenterê Hevpeymaniya Hêzên Iraqî Ebdulla Xerbît ji Rûdawê re got: “Bawer ‎nakim ew bêserûşûnên pêkhateya Sunne hatibin tasviyekirin, ji ber me serdana hemû aliyên hikûmeta ‎berê û niha kiriye û hemû yek bersiv e, nizanin-hemû nizanin, di demekê de ku bi awayekî fermî di ‎bazgehên bin kontrola dewleta Iraqê re derbasbûne û ji aliyê hêzên polis, Heşda Şabî û Eşîrî ve hatin ‎desteserkirin, heta niha jî ne termên wan diyar in û ne jî wek şehîdên destê DAIŞ danûstandin ligel kes ‎û karên wan tê kirin.”‎



Ebdulla Xerbît da zanîn ku tenê li Seqlawiye zêdeyî 3 hezar kes û li ser rêya Samera zêdeyî 8 hezar kes hatine ‎bêserûşûnkirin.



Xerbît got: “Li parêzgehên Selahedîn, Neynewa û Diyale jî hejmareke bi heman awayî heye, ‎loma her kesek li ser gumanê hatibe girtin bawer nakim hatibe tasfiye kirin. Heta niha jî Milîşiyayên Şîe ‎di vê derbarê de ti zanyarî nedane me û ti bersivek jî bidest me neketiye, dikarim bibêjim zêdeyî 20 ‎hezar kes li hemû parêzgehan hatine bêserûşûnkirin.”‎

rudaw
Top