Di goreke bikomî de 171 termên enfalkiriyên Kurd hatin derxistin
Peyvdarê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan ya Herêma Kurdistanê Fûad Osman ji K24ê re ragihand, di yekem gora bikomî de li Semawa 171 termên enfalkiriyên Kurd hatin derxistin. Îro vedana yekem gora bikomî tê kirin û 2 gorên din ên bikomî di demeke nêzîk de tên vedan.
Li gor daxuyaniyeke Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan ku li ser zarê Rêvebirê Rêveberatiya Gorên Bikomî Sîrwan Celal diyar kir, îro vedana yekem gora bikomî bidawî hat û dihat pêşbînîkirin ku 80 term tê de ne, lê termên 171 kesan hatin derxistin.
Sîrwan Celal amaje bi wê yekê kir, Bijîşka Dadê dest bi veguhastina terman bo Bexdayê kir ji bo pişknîna DNA ji bermayên wan terman re bê kirin.
Sîrwan Celal diyar kir jî, bi terman re gelek kelûpel û belge hatin dîtin.
Ji roja 23 Tîrmeha bûrî ve dest bi vedana yekem gora bikomî ya enfalkiriyên Kurd li beyabana Semawa ya parêzgeha Musene hat kirin û destpêkê hat ragihandin ku 80 term tê de ne, lê piştre derket 171 term tê de ne.
K24
