• Friday, 13 February 2026
logo

Mamosta Cefer: PKKê di 35 salan da 35 metre xaka Kurdistanê azad nekiriye

Gulan Media August 4, 2019 Nûçe
Mamosta Cefer: PKKê di 35 salan da 35 metre xaka Kurdistanê azad nekiriye
Siyasetmedarê kurd Mamoste Cefer kiryarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rexne kir û da zanîn ku PKKê din ava 35 salan da 35 metre xaka Kurdistanê azad nekiriye.

Endamê berê yê Meketaba Siyasî yê Yekîtitya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mamoste Cefer aşkere kir ku PKK li Herêma Kurdistanê û navçeyên weke Qendil û Şarbajarê jî çalakiyên çekdarî encam didin.

Herwiha Cefer behsa çalakiyên PKKê yên li Herêma Kurdistanê jî kir û amaje bi wê yekê kir ku li şûna PKK hewl bide xelkê Herêma Kurdistanê bi awayekî aram li Herêma Kurdistanê bijîn ew dibjin “heta Bakurê Kurdistanê azad nebe nahêlon Başûrê Kurdistanê jî bi azadî bijî” û aramiya Herêma Kurdistanê û xelkê wê dikin armanc.

Herwiha siyasetmedarê kurd Mamoste Cefer da zanîn ku PKK bi salane xebata çekdarî dike lêbelê heta aniha ti encameka wê nebûye û wî di nezera wî da nedibû PKK xebata çekdarî bikira lewre xebata çekdarî meseleyên mezin bi xwe ra tîne û ti sûdeka wê tuneye.

Cefer behsa xebata çekdarî ya PKKê jî kir û got:” Belgeya bêencamiya xebata çekdarî ya PKKê ew e ku din ava 35 salan da nikarîne 35 metre çargoşe xaka Kurdistanê azad bikin. Ew jî belgeye ku PKKê karekî baş nekiriye û siyaseteka xirab hilbijardiye. “

Mamoste Cefer behsa xebata rizgariya Başûrê Kurdistanê jî kir û da zanîn ku hertim di destê Pêşmergeyan da herêmên ji dagirkeran azadkirî hebûn û xebata Pêşmerge bi encam bû.

Mamoste Cefer pêşniyaz jî li PKKê kir ku bi yekcarî dev ji xebata çekdarî berde û rêliber xebata medenî û siyasete veke. Heger na wê bi berdewamiya xebata çekdarî bişikên.

Beriya bi çend rojan Endamê Desteya Rêvebera PKKê Duran Kalkan ji medyaya PKKê ra gotibû ew dijî azadiya Başûrê Kurdistanê ne. Yan divê hemû perçeyên Kurdistanê pêkve azad û aram bin, yan jî nabe bi tenê Başûrê Kurdistanê azad û aram be.

Basnews
Top