• Friday, 13 February 2026
logo

Nûnera Mesîhiyan: Me daxwaz kiriye Pêşmerge vegera Qerequş û Bertile

Gulan Media August 4, 2019 Nûçe
Nûnera Mesîhiyan: Me daxwaz kiriye Pêşmerge vegera Qerequş û Bertile
Nûnera Mesîhiyan behsa wê yekê dike ku daxwaz kirine hêzên Pêşmerge vegere navçeyên Mesîhiyan ên li sînorê deşta Nînowa.

Endama encûmena mîllî ya kildan-sûryan û aşûrî û parlamentera berê ya Parlamentoya Kurdistanê Wehîde Yaqo ji BasNewsê re ragehand, mesîhî xwedî rolin nav hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û wezareta Pêşmerge de.

Wehîde Yaqo got, me daxwaz kiriye hêzên Pêşmergeyên mesîhî vegerin navçeyên Qerequş û Bertile yên mesîhî lê ne, ‘’Lê mixabin hikûmeta Iraqê rê nade hêzên mesîhî biçin wan du navçeyan.’’

Ew nûnera mesîhiyan amaje bi wê yekê kir, ku naha milîsên Heşdî Şeibî, milîsên tayfeyî û tund in, li navçeyên mesîhiyên deşta Nînowa hatine bicîh kirin.

Wehîde Yaqo got, giringiya parastina navçeyên mesîhiyan ji aliyê hêza Pêşmergeyên mesîhî ve amaje pê kir û got: ‘’Divê hêzên mesîhiyan ên ser bi wezareta Pêşmerge vegerin Bertile û Qerequşê.’’

Basnews
Top