Li Mêrdînê şer derket: Leşkerek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn
Li gor medya Tirkiyê, derengê şeva bihorî li parêzgeha Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derketiye.
Li gor zanyariyên ku ajansa DHA ya Tirkiyê belav kirin, şer li derdora gundê Gunyurdu yê li Çiyayê Bagokê li qezaya Nisêbînê ya ser bi Mêrdînê ve derketiye û di encama pevçûnê de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûne.
Leşkerên birîndar bi rêya helîkopterê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tên veguhestin.
Artêşa Tirkiyê ragihandiye, li cihê ku şer derketiye, operasyona hêzên wan li dijî endamên PKKê berdewam e.
Heta niha HPGê, baskê leşkerî yê PKKê derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.
Rudaw
