• Friday, 13 February 2026
logo

3 leşkerên Tirk li Şêrawa hatin kuştin

Gulan Media August 3, 2019 Nûçe
3 leşkerên Tirk li Şêrawa hatin kuştin
çalakî beriya du rojan pêk hatiye
HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku pêr li Şêrawa li dijî çete û leşkerên artêşa Tirk çalakiyek li dar xistine û di çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin, her wiha tankek jî hatiye rûxandin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye: Di çarçoveya çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê de hêzên me li navçeya Şêrawa derbên giran li artêşa Tirk dan.

Di 31’ê Tîrmehê de li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa hêzên me li hember baregehên çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke bibandor li dar xist. Di encama çalakiyê de tankekî artêşa dagirker ku herêmên sivîlan topbaran dikir û 2 çeper tevî cebilxaneya tê de, hatin rûxandin, 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.”

Top