• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bang li NYyê kir ku genocida Êzidiyan nas bike

Gulan Media August 3, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî bang li NYyê kir ku genocida Êzidiyan nas bike
dibêje lazime êzidî werin qerebûkirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî li Şingalê de, peyamek weşand û tê de daxwaz ji Netewên Yekbûyî dike, ku “komkujiya Kurdên Êzidî" weke genocid nas bike.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de li Şingalê, em ji dil ve wan bi bîr tînin ku bûne qurbaniyê destê dilreqiyên DIŞIê li Kurdistanê û cihên din. Em ranawestin heta ku em terorê ji nav dibin û qurbaniyên revandî vedigerînin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwazekê arasteyê Netewên Yekbûyî dike û dibêje: “Em daxwaz ji Netewên Yekgirtî dikin, jibo rêgirtina ji kiryarên hevşêwe, wê komkujiyê weke genocidd nas bike.”



Top