• Friday, 13 February 2026
logo

Şandeke Amerîkayê bo gotûbêjkirina ‘navçeya aram’ îro digihe Tirkiyê

Gulan Media August 3, 2019 Nûçe
Şandeke Amerîkayê bo gotûbêjkirina ‘navçeya aram’ îro digihe Tirkiyê
Şandeke leşkerî ya Amerîkayê îro ji bo gotûbêjkirina avakirina navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê, serdana Tirkiyê dike.



Biryar e îro şandeke leşkerî ya Amerîkayê serdana Tirkiyê bike û di civînên xwe yên li gel rayedarên Tirkiyê de, gotûbêjan li ser navçeya aram a li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bikin.



Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê, Hamî Aksoy duh di daxuyaniyekê de gotibû, ew dê hevdîtinên xwe yên bi şandên Amerîkayê re berdewam bikin.



Aksyo herwiha diyar kiribû, eger Tirkiye û Amerîka li ser pêkanîna navçeya aram li bakurê Sûriyê negihîjin rêkeftinekê, Enqere neçar dimîne ku bi tena serê xwe wê navçeyê damezrîne.



Amerîka û Tirkiye li gel pêkanîna navçeya aram li bakurê Sûriyê ne, lê belê li ser naveroka proejyê, kûrahiya vê navçeyê û kontrolkirina wê nakok in.



Tirkiye daxwaz dike, kûrahiya navçeya aram a li bakurê Sûriyê 30 km be, lê belê Amerîkayê herî dawî pêşniyara 5 heta 14 km xiste rojevê.



Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê bo Karûbarên Sûriyê, James Jeffrey pêr pênşemiyê li Waşingtonê di bersiva Rûdawê de gotibû, ew bi baş dibînin ku kûrahiya navçeya aram a li bakurê Sûriyê, di navbera 5 heta 14 kîlometran de be. Bi gotina Jeffrey, di dema avakirina navçeya aram de, dê çekên giran jî ji wê navçeyê bêne vekişandin.



Jeffrey herwiha gotibû, divê hevpeymanên wan ên li Sûriyê, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ne, bêne parastin û êrîşî wan neyê kirin.



Li aliyekê din Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê li dijî avakirina her core navçeyeke aram in ku Tirkiye kontrola wê bike.



Fermandarê Giştî yê HSDê, Mazlum Kobanî pêştir ragihandiye, eger navçeya aram pêk bê, divê hêzên xwecihî û hêzên navdewletî li wê navçeyê bêne bicihkirin.



Her têkildarî heman mijarê Nûnera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Sînem Mihemed jî ji Rûdawê re got, ew heta niha li ser pêkanîna navçeya aram li gel Amerîkayê negihîştine ti rêkeftinekê.

Rudaw
Top