• Friday, 13 February 2026
logo

Şingal nûtirîn trajediya serdemê

Gulan Media August 3, 2019 Nûçe
Şingal nûtirîn trajediya serdemê
Sibeha roja 03. 08. 2014an cîhan li ser nalîn û hawara jin û zarokên Kurd ên Êzidî yên Şingalê şiyar bû. Wê rojê çekdarên DAIŞê bi feteweya qerkirin, dagîrkirin û kuştina Êzidiyan destpê kir û fermana 74emîn li ser wan bicih anîn.

5 sal bi ser wê karesata mezin re derbas dibin û hîna çarenivîsa bi hezaran Êzidiyên revandî ne diyar e û birînên wê karesatê hîna xwîn jê diherike.

Roja 3 Tebaxa 2014an ji ber valahiya leşkerî ya artêşa Iraqê, teroristên DAIŞê karîn êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê bikin û Kurdên êzîdî jenosîd bikin û bi hezaran jin, zarokên û mêrên Êzidî komkuj kirin, bi hezaran kes revandin, bi deh hezaran kes jî dan koçberkirin.

DAIŞê piştî dagirkirina Mûsil û gelek deverên din ê yê Iraqê çekên giran yên Amerîkayê bi dest xistibûn êrîşên xwe li dijî Herêma Kurdistanê berfirehtir kiribûn. Bi piştevaniya hin Erebên li herêmê, DAIŞ êrîşî Şingalê li deverên derdora wê kirin.

Şingal û navçeyên derdora ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bûn, ku ji aliyê îdarî ve Bexdayê birêve dibir û di bin desthilata Hikûmeta Federalî ya Iraqê de bûn. Mana çaresernekirina pirsgirêkên wê deverê li gor madeya destûra Iraqê 140 yek ji wan pirsgirêkên din bû, ku ji piştî çend salan ji rûxandina rêjîma Sedama Husên jî bê çare mabû, ne Bexdayê girîngî pê dida û ne rê dida Herêma Kurdistanê wek pêwîst bi erkê xwe rabe.

Piştî dagîrkirina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, Serok Barzanî ku wê demê Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê bû, soza da Mîr û welatiyên Êzidî û Kurdistanê bi giştî, ku Şingalê rizgar bike û tola şehîdên Êzidî ji wê rêxistina terorê hilde.

Di Mijdara 2015ê operasyona azadkirina Şingalê bi serperiştiya Serok Barzanî û bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir û 13ê Mijdarê Hêzên Pêşmerge karîn bi tevahî qezayê kontrol bikin û Alaya Kurdistanê li ser avahiya Sîloya Şingalê bilind bikin.

Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amareke nû ya qurbanî û rizgarbûyên Kurd ên Êzidî belav kir û ragihand, hîna çarenivêsa bi hezaran Kurdên Êzidî ne diyar e û bi hezaran jî koçber in.

Li gor dawî amara Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan, hejmara qurbaniyên Kurdên Êzidî wiha ne:

- Hejmara Êzidiyan li Iraqê: 550 hezar kes in.

- Hejmara Êzidiyên ji ber êrîşa DAIŞê koçber bûne: 360 hezar kes in.

- Hejmara şehîdên roja yekem a êrîşa DAIŞê li ser Şingalê: 1293 şehîd in.

- Hejmara zarokên bê bav in: 2745 zarok in.

- Hejmara gorên bikomî yên heta niha hatin aşkere bûne: 80 gorên bikomî ne.

- Hejmara mezargeh û cihên olî yên hatine teqandin: 68 mezargeh in.

- Hejmara kesên koçberî derveyî welat bûne: Zêdetir ji 100 kes kesî tê texmînkirin.

- Hejmara revandiyan: 6417 kes in. Regeza mê: 3548 kes in. Regeza nêr: 2869 kes in.

- Hejmara rizgarbûyên ji destê DAIŞê bi vî awayî ne: Bi giştî: 3509 kes in: Ji wê hejmarê 1192 jin in. 337 mêr in. 1033 zarokên keç in. 947 zarokên kur in.

- Hejmara kesên mane: 2908 kes in. Ji wan 1323 jin in û 1585 kesên bi regeza nêr in.

Di wê derbarê Parlemana Kurdistanê jî îro ji bo pêşniyaza diyarkirina roja 3ê Tebaxê wek Roja Komkujiya Êzidiyan dicive û tê pêşbînîkirin roja 3ê Tebaxê wek Roja Komkujiya Êzidiyan pesend bike.

K24
Top