• Friday, 13 February 2026
logo

Endamekî civata giştî ya Gorranê: Bila PKK dest ji xebata çekdarî berde

Gulan Media August 3, 2019 Nûçe
Endamekî civata giştî ya Gorranê: Bila PKK dest ji xebata çekdarî berde
Endamekî civata giştî ya Gorranê bang li PKKê dike, Herêma Kurdistanê neke meydana şerê xwe û Tirkiyê.

Endamê civata giştî ya Gorranê, Xelîl Serkanî ji BasNewsê re got, Herêma Kurdistanê bûye cihê lotka hêzên PKKê. Xelkê deverên sînorî her roj di nav tirs û xofê de ne û li bendê ne kengê bên bordûmankirin, zarokan wan şehîd bibin û dar û zeviyên wan bên şewitandin.

Xelîl Serkanî her wiha got, divê PKK rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire ji ber ku Herêma Kurdistanê dewlet nîne û endama NY jî nîne da ku bikaribe sînorên xwe biparêze.

Wî endamê civata giştî ya Gorranê anî ziman ku divê PKK behaneyan nede destê Tirkiyê bo ku êrişî Herêma Kurdistanê bike û got, bila PKK li nav Herêma Kurdistanê êrişî Tirkiyê neke û vê derê neke meydana şerê xwe û Tirkiyê.

Bi gotina wî berpirsê Gorranê, divê PKK êdî dest ji şerê çekdarî berde çimkî êdî xebata çekdarî nikare mafên kurdan bi dest bîne, ji ber wê jî bila berê xwe bide xebatên siyasî û dîplomatîk.

basnews
Top