Ji ber şerê PKK û Tirkiyê çend gundên Başûrê Kurdistanê vala bûn
Li devera Berwarî Bala jî, metirsiya li ser can û malê xelkê, bûye sedem ku bi sedan malbat gundên xwe vala bikin.
Li gundê Tirwaniş ê devera Berwarî Bala jî ku berê nêzîkî hezar mal lê diman, niha tenê çend mal mane. Xelkê wî gundî dibêje, ew nikarin çend metreyan jî ji gundê xwe dûr bikevin û vê yekê jî wiha kiriye ku ne dikarin karê xwe yê rojane bikin û ne jî bi dilekî rehet razên.
Bi sedema berdewamî û zêdebuna bordumanan devera berwarî bala di ev saleda zîdetir ji sedî 50 ji akinciyan wê deverê gundên xwe terk kirine.
Li gundê Tirwaniş ê devera Berwarî Balayê zêdetrî hezar malan hene, lê ji ber berdewamiya êrişên firokeyên şer ên Tirkiyê neçar bûne gundê xwe vala bikin.
Gundê Dûrê ku piraniya akinciyên wê Krîstyan in, ji 40 malên vî gundî nêzîkî 20 malan hatîne valakirin û yên mane jî dibe ku di zûtirîn dem de malên xwe vala bikin ji ber şerê di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de.
Li herêma sinorî 25 gundên Krîstyanan hene heta niha zêdetrî 10 ji wan hatîne valakirin.
Akinciyê Gundê Dûrê Şlêmon Esîl ji Rûdawê re got: “Bila herin pişt sînor (PKK û hêzên Tirkiyê) çi ji hev dikin bila bikin. Erdê Tirkan li ber destê wan e, bila li wê derê şerê xwe bikin û xwe ji hev safî bikin. Bila wê tişta baş bo xwe bikin. Em naxwazin bêne di nav erdê me de.”
Li Gundê Roviyanê jî tirsê dilê xelkê dagir kiriye û ji 200 malan bi tenê 6 mal mane û ew her şeş mal jî piştî berhêm xwe yên çandiniya havînê kom kirin biryar e gundê xwe vala bikin.
Akinciyê Gundê Roviyanê Mihemed Remezan jî dibêje: “Em vî alî biçin firokeyên Tirkiyê dê benê me û em pêştir biçin karker (gerîlayên PKK) hene, dê me bikujin.”
Akinciyê bi navê Mihemmed Eezîz dibêje: “Em ditirsîn û newêrîn biçin nav rez û erdên xwe.”
Li sînorê nahiya Kanî Masiyê 76 gund hene û di heyama sê salên derbasbûyî de 17 ji wan hatîne bombebarankrin û valakirin. Bi bihayê 2 milyar û 370 milyon dînar zerera madî li wan bûye.
Rêvebirê Kaniya Masiyê Serbest Sebrî got: “Hebûna çekdarên PKKê li deverê bûya egera wê çendê rojane dever bê bombebarankirin. Vê yekê jî jiyana welatiyan gelek dijwar kiriye.”
Piştî raperîna 1991ê gundên devera Berwariya Bala hatîne avedankirin. Di sala 1996an de bi temamî hatîne çolkirin. D sala 1998an careka din avedaniyê despêkiriye li deverê heta sala 2018ê berdewam bûye. Lê îsal ji ber zêdebûna bombebarankirinê ji sedî 50 xelkê deverê gundên xwe vala kirine.
Rudaw
